ey diłey bo xem xułqaw

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  631 views
ey diłey bo xem xułqaw
ey bê hêz û tîn û taw
ey diłey lêm tewella
dûçarî derd û beła
çend tikam kird lêt ey dił
witim bes bimke xecił
mekewe şwên nazdaran
her wekû carî caran
ba nekewîte naw bend
mebe yexsîrî kemend
le kemendî perçema..
le naw perçemî xema
em care zor muşkîle
řizgarit bê ey diłe
bê gwê be qiset nekirdim
hetakû abřût birdim
řoyştît be tepawtil
takû dilberî dem guł
dîl û yexsîrî kirdî
bendî zincîrî kirdî
ke wa bû tu xwa ey dił
biłê be yarî dem guł
minî kesas û hejar
be bê dił nagirim qerar
eger řuxset eda pêm
be şwênya minîş ba bêm
bo berdebazî ser řê
xom dabnêm lejêr pê