emsał le piř hat řeşebay xezan

şînî şêx meḧmûdî ḧefîd
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  781 views
emsał le piř hat řeşebay xezan
le bedbextîy min
hełîkend řîşe gułî kurdistan
le bêx û le bin
***
kam guł ew gułey eḧmedî kakî
qutbî řebbanî
naştî û awî da be destî pakî
bo kameranî
***
serbest bû dilêr řeşîd û lawçak
warî’ û be dîn
şêx meḧmûd ye’nî ḧefîd zadey pak
ewladî ḧisîn
***
meşhûrî ’alem xoş xulq û xoş řû
bê kîbir û ’înwan
be corê hełkewt manendî nebû
leser řûy cîhan
***
supa şikên bû xawenî ḧeşem
aza û qareman
le řojî cejna manendî řostem
le cergey meydan
***
ya şêx koçit kird emma wekû to
merdî hunerwer
kwanê ke bêt û biłê min emřo
azam û serwer
***
daxt be cergî hemû kurda na
katê koçit kird
şîn û waweyla be carê hełsa
le naw gelî kurd
***
ya şêx teşrîfit bird to bo cennet
be şadmanî
ême maynewe bo derd û meynet
le dunyay fanî
***
te’rîxî sałî wefatit le dił
ke pirsîm min zû
witî: binûse ey pîrî ’aqił
ẍerqî řeḧmet bûAbjad Numerals: ẍirq riḧimit bu = ?