saqî le daxî xemî zemane

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 2 minutes  437 views
saqî le daxî xemî zemane
derdim girane
dexîlim hełse zûke azane
tu xwa merdane
***
bigere firyam yekcar peşêwim
zor bar belêwim
’ewdałî deşt û řehendey kêwim
wa quř epêwim
***
supay xem û derd hêrşî hêna
emřo ta ferda
wiłatî diłim eka îstîla
kes çarî naka
***
saqî gyan meger to be pêkî mey
ceyş û supay xem
bişkênî aza řizgarim bikey
le derd û matem
***
be yadî dîdey mestî sêwengit
têke pêkî mey
le şewqî lêwî ałî guł řengit
bimderê pey pey
***
diłey be tałan birawim qurban
le dest supay xem
bisênerewe tuxwa saqî gyan
tikat lê ekem
***
herçende diłim bê kełke lay to
azîz bizane
bimênê çake newnemamî to
boto qełẍane
***
dûr exatewe lêt derd û beła
be řoj û be şew
beła gerdanî bałate be xwa
bê xorake û xew
***
esûřêtewe wekû pasewan
hergîz nasrewê
epařêtewe le qapî yezdan
qezat lêy kewê
***
ke wa bû azîz şerit û wefat bê
tirsî xudat bê
řizgarî bike ba her le lat bê
’ebdî dergat bê
***
ḧeyfe pêt biłên ke bê wefa bû
çarî nekird zû
be tałan bira diłey kost kewtû
wa lekîsî çû