řojî dił her şewî tare çi lewê bim çi lemê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  590 views
řojî dił her şewî tare çi lewê bim çi lemê
menziłî gêsûyî tare çi lewê bim çi lemê
goşegîrim le fîraq û le wîsal demxeye la
cayî min her le kenare çi lewê bim çi lemê
gahî bu’dit deřjê lu’lu’î eşkim wekû qurb
dîde meşẍûłî nîsare çi lewê bim çi lemê
cewrî wesiłit şerer û ḧałî fîraqit seqere
menziłim her dû le nare çi lewê bim çi lemê
berî da tûřře dił û leşkirî ẍem dewreyî da
gerdî ew cumle xesare çi lewê bim çi lemê
ta xeyał quwetî bê qurbe be salimPen name fîrqet
řûyî canane dyare çi lewê bim çi lemê