huner îksîrme, bê, ta zeř û sîmit bidemê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  443 views
huner îksîrme, bê, ta zeř û sîmit bidemê
dîde deryame, were duřřî yetîmit bidemê
dawme bo cezbî diłit dił wekû darûyî tebîb
heme ummêdî dirust, erçî be bîmit bidemê
wez’î erbabî cîhan; ger hemû teẍîyre, çi ẍem?
dił le cêdaye, were meylî qedîmit bidemê!
edeb amûxteye dił, nîgeranim, sa bê
to ke şay memleketî ḧusnî, nedîmit bidemê
weh çi kota bû, leber tûlî emel, ’umrî xesîs
be ḧełałî were mîrasî le’îmit bidemê!
diłî îsqatîyî me’yûbî řeqîbim bike řed
le seqîm labde, bê, qelbî selîmit bidemê
tercemey ayeyî «lateqْnîtwaArabic» em şî’re deka
ba newîdê le ẍefûrîyî řeḧîmit bidemê
ḧadîs û ferdî mecazin hemû fermandehî dehir
bêre lay min, xeberî ferdî qedîmit bidemê
tenge berçawî le’îmanî cîhan, «salimPen name»! bê,
mujdeyî wîs’etî berçawî kerîmit bidemê