ta leser lêwim xudaya barî em hîcrane bê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  547 views
ta leser lêwim xudaya barî em hîcrane bê
bê lebî min lêwî ẍunçet bo lebî kes wa nebê
her kesê destî xeyał lew zułfî to bênête yad
lewḧî sîney çak be çak wek çak û zexmî şane bê
wird ke estom îstîxwanim amîtey xiřxałe ke
tewqe lêm em gerdine ba sîlsîley pawane bê
merḧemet bêhûdeye ew şem’î řûy xoy derbixa
dił desûtê çar nîye labidArabic debê perwane bê
ta le fanosî cemała şu’lewer bê şem’î řût
dił be tarîkîy legeł ẍem her debê hemxane bê