be îma ger le ’aşiq xwahîşî me’şûqe bo ser bê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  480 views
be îma ger le ’aşiq xwahîşî me’şûqe bo ser bê
eger neyxate ber pêy řûřeşî seḧrayî meḧşer bê
le řûy ew şem’eda sîḧḧet tełeb ka qurbico sehwe
desûtê yek nezer perwane’asa ger semender bê
le meydanî nezer çawit şeca’et nayełê bo min
be çaw kê dîy ẍezalî wa ke seyyadî ẍezenfer bê
leser xałî řuxt kes wesfî xałî kes neka xetme
xelîlNamed-Entityy pê biłên nabê ke her kes cêy le azer bê
huner sabit dekem bo ew îmamey qametî toy dî
le wextî xwêndinî qidqamitArabica ger řûy le mînber bê
lenaw sîney qefesma şerte azadî nekem îtir
le dawî zułfî diłber ger be salimPen name murẍî dił berbê