eger nexlî muradim bê semer bê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  815 views
eger nexlî muradim bê semer bê
be min çî baẍî dunya cumle ber bê
řeqîb yar er be min bosê kerem ka
be to çî ger hemûy şehd û şeker bê
le wextêka serî xom bê kiław bê
be min çî tacî şahî piř guher bê?
řeqîb emcar ke diłber rame bo min
be to çî ger hemû şam û seḧer bê
ke xom řextî ẍułamî şik nebem hîç
be min çî xwace ger zeřřîn kemer bê
eya duşmin ke bextim hate yarî
be to çî ger qebay şahîm leber bê
le kuncêka legeł yar er binîşim
be min çî ’alemê zîr û zeber bê?
erê ḧarîs ke mun’îm pêm kerem ka
be to çî sed timen ger bîşter bê
be newmîdî derim ka ger le derga
be min çî taq û ḧucrey piř le zer bê?
ke salimPen name bazî dewłet hate ser min
be to çî duşmin er xakî beser bê