bes muşkîle zahîd bigeye ’îşqî ḧeqîqî

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  573 views
bes muşkîle zahîd! bigeye ’îşqî ḧeqîqî
bo şuẍłî terîqet, heye sed sîřřî řeqîqî
ta şêweyî mercan negrê lu’lu’î eşkit
bew muzde cefa key dekřê lêwî ’eqîqî?
bo ’uzrî gunahanî guzeştem le xecałet
kwa nutqî zubanim ke bikem zîkirî terîqî
wa hate telatum le diła beḧrî meḧebbet
dernaçê le yadim be çi dem bîmî ẍerîqî
beynî min û bêgane tefawet ke le mîhra
ger řaste legeł min senema yar û řefîqî
bem new’eye ger wextî elem fîkirî ẍerîbit
salimPen name eme hezyane newek şî’rî selîqî