emřo be diłberî şehî her merz û kîşwerî

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 2 minutes  564 views
emřo be diłberî şehî her merz û kîşwerî
sa hełse dey binêre serit tacî serwerî
çîhret be heybetêke lenaw şamî tuřředa
derbê seḧer le burcî ufuq şemsî xawerî
ẍeyrî kulaheket ke huma sayecoye lew
kes lê neda muqabîlî to lafî hemserî
naka kesê be sehlîy û miftî şikarî to
ahûyî dîdemest û tebî’et ẍezenferî
xoş řenge xałî hîndûyî ferdit le ’arîza
sabît qedem muqîme le nara semenderî
nezdîke bîy be min le temaşay ayne
ezbeskî dîdemest û nikûřûy û diłberî
sersamî macerayî felek bim eger bibê
sewdayî ’îşqî to le serimda be serserî
deşkê be mîslî ḧurmetî min qîmetî nebat
poşîde ger nekey lebî şehdit le muşterî
ye’cûcî ẍem le ’alemî dił ba nega be can
sed beste bê ta be wîsalit sikenderî
xêłî mujet be qesdî diłim ḧazirin be sef
leşkerkeşî hemîşe wekû tûsî newzerî
sa şerḧî wesfî to be çi wechê bikem eda
her çî xeyałî min heye deyłêm û berterî
bo teyyî řahî metłebî to ser qedem deka
to şahî ḧusin û salimPen namey diłdade leşkerî