le yek ser bê meḧebbet ḧasłî kwa ẍeyrî diłserdî

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  973 views
le yek ser bê meḧebbet ḧasłî kwa ẍeyrî diłserdî?
debê me’şûq û ’aşiq her dû wek yek bin le hemderdî
ze’îfî û quwetî taqet le ’îşqa cewherî şexse
lewêda quwetî bazû ’eyan naka cewanmerdî
le dîqqet ’îrqî fîkirim şil deka wesfî dehanî to
be bîkirî mayewe zîkirî be min nekira le namerdî
be damadî xîred çarey ’erusî wesfî to nabê
le perdey dił mu’ettel ma be barê şerim û řûzerdî
lelay min ẍafłe salimPen name ewî fexrî be bazû bê
eger merde le řûy ’îşqa bida lafî hemawerdî