be her mûyê le řû zułifit bedawe

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  501 views
be her mûyê le řû zułifit bedawe
guzarî murẍî dił esłen nemawe
le ře’dî girye eşkim bû be seylabî
le kulbey dîde merdum ẍerqî awe
guzarî ẍem beser mindaye her sû
derî şadî be řûma daxrawe
le bedbextî mina kulbey hetîwîm
be zistan sêber û hawîn hetawe
gułî řût ’eksî wa dawe le dîdem
hemû qetrey siruşkim wek guławe
heta demirim le sewday zułfî to dam
egerçî serbeser fîkirêkî xawe
řeqîb destî řefîqîy naye destim
ḧeqîqet penceyî salimPen name giławe