yar eger emrî be mirdin bê nemirdin muşkîle

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  542 views
yar eger emrî be mirdin bê, nemirdin muşkîle
bêne bo herçî biłê, bo min nebirdin muşkîle
řûyî dił ta sûyî qîbley ebroyî canane bê
řûbeřûy mîḧrabî mescîd sucdebirdin muşkîle
neqşî tofan dête ber çawim le newḧey řoj û şew
seddî tendûrey tenûrî dîde bo min muşkîle
tîrî diłdozî mujet sef sef heta cunbuş biken
zexmî peykanha le dił yek yek jimardin muşkîle
bare sayey sunbulî gêsû leser ẍunçey lebit
bo minî piřbarleb ew lêwe geztin muşkîle
bo kesê wek min le hîcra meylî tenhayî bika
řoj legeł tenhayî eḧmeq řabwardin muşkîle
wadîyî hîcirit be pêy min zeḧmete payanî bê
kendinî xendeq be zerbî nûkî sûzin muşkîle
załî dehrî dûn legeł hîç şewherê nabate ser
dostîy salimPen name legeł piř’aşna jin muşkîle