xemî qeddim le ẍemda şêweyî ebrûte ta mûte

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  552 views
xemî qeddim le ẍemda şêweyî ebrûte ta mûte
bedaym pêçşî xatir wekû gêsûte ta bûte
diłî tengim, le ’îşwe û sîḧrî to, meḧbûsî cawîde
le çahî mîḧnet û ẍemda heta wa xûte, harûte
xeyałim tîze wek ełmas û hem lem fîkireda kołe
lebanî xatemî diłber meger yaqûte ya qûte?
le ḧelqey çînî zułfa dîdebanî ’arîze xałit
legeł diłdadegan ta sîḧir û efsûn xûte hîndûte
mekanî dił le gêsûte ebed hergîz cuda nabê
le lengerda heta mahî legeł ga cûte wa cûte
’îlacî ḧałî salimPen name ke, ḧekîm asa, dexîlit bim
dewayî derdî bê dermanî ew lîmûte, ya bûte