sewadî qîrgûn şebha le nusxey ’enberîn mûte

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  735 views
sewadî qîrgûn şebha le nusxey ’enberîn mûte
seraser řewneqî dunya le ’eksî ayney řûte
be naḧeq kuştimî mujganî xûnřêzit welê zanîm
legeł min em hemû keçbazîye teḧrîkî ebrûte
syehřû bim wekû zułifit serî mû ger xîlafî bê:
be ḧeqqî mesḧefî řûy to dizî dił xałî hîndûte
wekû mujganî to bergeşteye talî’ beřûy minda
perêşan zułfî muşkînit legeł eḧwałî min cûte
beheşte wesłî to bo min lebin xarî muẍeylana
le wextî dûrîya gułşen wekû sindûqî tabûte
diłî saḧîr leber zułf û zenex nagate řuxsarit
le yek sû ḧelqeyî ef’î le yek sû çahî hařûte
cewazî da ḧekîm badamî çaw û şekkerî lêwit
le qanûnî wîsala bo diłî min quwet û qûte
besê dûn hîmmete ger arezûy ewřengî şahî ka
heta sergeşte salimPen name ûftadey sayeyî kûte