da bêne be pehlûyî řuxa ḧelqeyî gêsû

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  808 views
da bêne be pehlûyî řuxa ḧelqeyî gêsû
metbû’e be etrafî guła sunbulî xoşbû
endazeyî ḧewşî ḧerem û cîlwegerîy yar
dênête nezer deştî xeta û řemî ahû
xo zułf û řuxî zîddî yekin sîḧre ke sazan
xistûyete jêr marî syeh doşekî pişkû
bo zułmî le endaze beder wek yekî xulqand
xellaqî ezel meşrebî to û teb’î holakû
destim be ferîbit ke şika ḧesretî naxom
ełbette şikandûte debê bîxeye estû
ḧasił le yekêkaye peşîmanîye dû meyl
cêy nabê le kulbey diłma xełwetî dûřû
mîna diłîy û bazîyî wesiłit le myana
ew şîşeye deşkênê yeqîn salimPen namey bedxû