be ḧesret eşkî ałim dête ser řû

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  729 views
be ḧesret eşkî ałim dête ser řû
beser řûta ke îfşa bû seḧer mû
deka şîrîn be aşq goşegîrî
le kuncî le’lî lêwit xałî hîndû
dezanin xermenî min bo giřî best?
bipirsin ger le yarî ateşî xû
le kwê bênê îşarey çawekanit
egerçî meste wek ew çawî ahû
be mergî to leber to şew be mîḧnet
serim nabînê bester ẍeyrî zanû
denałênê diłî zarim wekû zîr
le şama şane key ger şamî gêsû
’eceb asayşêkim dî le hîcirit
le xara řeqtire bo min peřî qû