fereḧ bo dił le talî’ma çi kem bû

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  681 views
fereḧ bo dił le talî’ma çi kem bû!
be tełxî ’umrî şîrîn serfî ẍem bû
çi zûy kirdim le koy canane meḧrûm
legeł min çerxî gerdûn piř sitem bû
dezanin bo musîbet dête řêgem?
şikarim pîş azînPersian seydî ḧerem bû
le wextêka be xwênim tîşne bû yar
ke bo min xakî řahî cêy qesem bû
be can teskîn deda boy ẍunçeyî dił
le zułfa çunke gahê muḧterem bû
fereḧ bê to le dił wa bû perêşan
ḧedîsî gurg û eḧwałî ẍenem bû
be ’eqił ew řoje pêm zanî defewtê:
ke salimPen name ’azîmî mułkî ’ecem bû