be ẍemzey çawî mexmûrit betał bû

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  765 views
be ẍemzey çawî mexmûrit betał bû
le meşrîq ta be meẍrîb sîḧir û cadû
ẍerîb û goşegîr û ferde wek min
le turkistanî řûta xałî hîndû
be ḧelqey mûyî zułifit ta myane
myanit çon tefawet kem legeł mû?
le bezimit ta be nakamî cuda bim
cuda nabê serim yekdem le zanû
sewadêke le nusxey çînî zułifit
syahî zułmetî peřřî perestû
be qesdî gerdinî dił turkî çawit
be řûma têxî řakêşa le ebrû
sefa û zewqî nîye salimPen name lelay min
bebê řuxsarî diłber baẍî mînû