ey ḧarîs eger dewłet û cah û ḧeşemit bû

pênc xiştekî leser ẍezelêkî nalî
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  864 views
ey ḧarîs eger dewłet û cah û ḧeşemit bû
duřiř û guher û lu’lu’ û le’il û diremit bû
mehřûyî syehmûyî semenbû xedemit bû
«her çend ke ’umrî xizirNamed-Entity û ’eyşî cemNamed-Entityt bû
çunke emelit zore çi ’umrêkî kemit bû»
gahê be du’a řû dekeye qîbleyî ḧacat
gahê le ře’îyet debîye mergî mufacat
nakey be ebed qet le diła fîkirî mukafat
«ey camî’î dunya û qyamet be xeyałat
ew řoje ke řoyî ne ewt bû ne emit bû»
ey munkîrî efsurdeyî załimdiłî bedzat
ey zahîdî batîn bed û zahîr le ’îbadat
bê terbîyetî muřşîd û bê teyyî meqamat
«dwênê çi bû detda be zuban lafî keramat
emřo ne demit bû, ne demit bû, nedemit bû»
ewwel fereḧî da felek axir ẍemî hêna
gum bû le dehen xende û dił matemî hêna
baqił demî merge ke henaset kemî hêna
«’umirit nefesêkî ke hemû ’alemî dêna
bimre le ẍemîda ke hemû serfî ẍemit bû»