be řux řengîn û dił sengîn myan laẍîr kemer zeřřîn

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1017 views
be řux řengîn û dił sengîn, myan laẍîr, kemer zeřřîn
nîgeh şahîn û mû muşkîn zenex sîmîn û leb şîrîn
lebit şekker xetit ’enber mujet xencer qedit ’er’er
le ’îşqit dił wekû bulbul le řûta guł wekû gułçîn
sehî qamet qewî şewket qemer tel’et melek xesłet
keman ebrû nîgeh ahû feřengî xûy mûmuşkîn
be řux wek şem be ebro xem, syeh perçem le min bê ẍem
gwarey tû ke hat û çû muqarîn bû meh û perwîn
be çîn zułifit îḧatey da wekû sunbul ledewrî guł
be mû hersû le řêgey mû beřûy diłma dekey perjîn
çihar fesłî leher fesła be yek dem wa lelay salimPen name
behar eşk û xezan řeng û zumistan ah û dił hawîn