be min bê sîneyî sextim be qełẍanî nezer nakem

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1147 views
be min bê sîneyî sextim be qełẍanî nezer nakem
nîşaney tîrî xûnřêzit becuz luxtî ciger nakem
demî nazit be řûsextî ke tabî tîrî ẍemzem bû
leřêy tîẍî cefata bi’d az aynPersian cewşen leber nakem
letaw şanet le çînî zułifta dił ḧełqehay lê da
xuda ger wa bida qudret be min kes derbeder nakem
eger payanî bê hîcirit le dergata heta demirim
be meḧzî cewrî ḧacîb yek weceb meylî sefer nakem
le řeşka ger seraser nutqî tûtî bête ser hecum
leser medḧî lebî şîrînî to, wesfî şeker nakem
le ferdî wesfî yara ’are nawî mudde’î birdin
le řiştey fikirma xermuhre hemsîlkî guher nakem
le yaqûtî leb er yek bûse mayem dî demî axir
telef kem ger serumałim le sewdata zerer nakem
legeł dił şerte salimPen name ger necatim bê le tarana
beheşt er bête deştî řey be êrana guzer nakem