hate řûy dił le ẍemze beskî xedeng
From the Book:
            Dîwanî Salim
        By:
                Salim (1800-1866)
        
             1 minutes
             1831 views
        
        
    hate řûy dił le ẍemze beskî xedeng
xaneyî xarpuşte, sîneyî teng
cêy diłim zułfî toye ta demirim
key necatî debê esîrî fereng
řeẍbetit wacîb û ḧezer lazim
le lebit şekker û le dîde şereng
to ḧeyatî minit be dîde biřî
to be ahû dekey şikarî pełeng
bemesel beḧre ’îşq û dił zewreq
ameduşudye dił bemîslî neheng
bê sere karwan û şew tarîk
řê xeternak û dûr û merkeb leng