xamoş bibe le bang û seda emşew ey xirûs

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  889 views
xamoş bibe le bang û seda emşew ey xirûs
ba des bikem le gerdinî diłber be ’eyş û bûs
nakem tuhî kenarî diłara be bangî murẍ
ta dê seḧer le dergehî walî ẍerîwî kûs
tîrî nîgahî ’îşweyî nazim be cerg û dił
xwênîne wek xedengî tehemten bo eşkibûs
bo qesdî dił îşareyî ẍemzey be emrî çaw
tabûrî leb be tîpî muje wek supahî řûs
pustanî diłberim be nezaket le çînî zułf
wek goyî ’ace bo xemî çewganî abnûs
meşşateyî xeyałe meger wesfî řûyî yar
zînet deda be duxterî fîkirim wekû ’erûs
zahîd biřo nesîḧetî min şuẍłî to nîye
cewher deba řefaqetî her wa’îzî ’ebûs
ey çerxî wajgûn sitemî to be kê biłêm
załimdiłî be cewr û cefa mîslî feyleqûs
ehlî zemane cenbî huner nagirin be hîç
salimPen name meke hewayî emel êste bê filûs