xoşa her ca ke fesdî leb deka yar

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  574 views
xoşa her ca ke fesdî leb deka, yar
debête me’denî le’il û nemekzar
le zexmî xwên wekû fewware dequłê
şehîdî nawekî mujganî diłdar
ke fessad qesdî fesdî lêwî toy kird
cîhan girtî seraser řengî gułnar
penahî birde ber çawit diłî teng
deway bîmar eger bikirê be bîmar
le xakî kuşteyî zencîrî zułifit
seḧer dênê seba boy muşkî tatar
serî zułifit ke îfşa bû be řûda
lelam aşufte bû tertîbî eş’ar
huma bigrê debarênê le peř le’il
ke pîşey kuşteyî lêwit be mînqar
detirsim bê le nakada semûmê
ne guł bêłê, ne dił bêłê, ne gułzar
le wextêka legeł to aşna bûm
ne ḧacîb bû ne manî’ bû ne eẍyar
le ḧałatî nezerda lêm detorê
mujet xûnřêz, diłî salimPen name gunehkar