wekû ney ta lebim negrê lebî yar

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  857 views
wekû ney ta lebim negrê lebî yar
ney asa dête gwêm nałey diłî zar
diłî bîmarî bêdarim le zułfa
denałênê leber tûlî şewî tar
serî zułifit lexewda dête ser řû
deka xew xoş leber çawim syehmar
weha payey bînay hestîm lebin hat
qubûł naka ebed te’mîrî mî’mar
eger îfşa bê nefḧey çînî zułifit
xecałet deygirê ahûyî tatar
wekû le’lî lebit dê eşkî ałim
le hîcra ger bibînim řengî gułnar
le gerdinmaye ta zencîrî gêsû
wekû min kes nebê salimPen name giriftar