deda herdem şekerxendit semer qend

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1021 views
deda herdem şekerxendit semer qend
be qurbanî şekerxendit semerqendNamed-Entity
le qedta destî min muşkîl kemer bê
qedî mû qet qubûł naka kemerbend
be řûy wesła çi ẍem ger beḧre hîcirit
ke nemba naxuda demba xudawend
le hîcrî řûy beharî diłistanit
le diłmaye xefet wek kêwî ełwendNamed-Entity
diłî tîşnem meḧellî řeḧme, sa dey
be awî tîẍî toye arezûmend
ẍubarî koyî ’îşqe kuḧlî bînş
be xakî neqşî pêy canane sewgend
be efsûnit cela da daneyî xał
be damî tuřřeyî to bû murẍî dił bend
dezanin ẍusse takey bare bo dił?
heta tem bê leser kêwî demawendNamed-Entity
meken men’im le ẍem; bê ew, zimistan
be çî bê bulbulî bêçare xursend?
ebed nadem be xerqey padşahî
pełasî xez, lîbasî kuhneyî řend
xudaya mîḧnetî salimPen name heta key?
le kara sistîyî bextî heta çend?