şu’a’î şems û şewqî şem’ û lem’ey bedir ebê win bê

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  898 views
şu’a’î şems û şewqî şem’ û lem’ey bedir ebê win bê
le cêgayê ke řuxsarî nîgarî diłberî min bê
be dû řeşmarî serşanî dełêy zeḧḧakî seffake
le qetłî kes qusûr naka eger îns û eger cîn bê
ewa mirdim besim sa tîrebaran ke be mujganit
le serta bo bexořayî hemû exlaqî behmenNamed-Entity
le řêgay ’eşqî toda tûşî zîndan bim lelam xoşe
çîye ba talî’î sistî minîş wek bextî bêjenNamed-Entity
heta ’îşqim le serda bêt û hîcranim le řêda bê
le kullî sa’etêka her debê çawim le mirdin bê
ke çawî mest û xwênřêjî be ẍemze meylî ’aşiq ka
debê pyałey şerabî le’lî řummanîy serubin bê
eger zêwerPen name le ḧubbî to se’atê qelbî xałî bê
îlahî! ew diłey der dem nîşaney tîrî duşmin bê