çend şîrîne lam dar û berdî wetenim

goranî leser weznî marşî xidêwî
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  2407 views
çend şîrîne lam dar û berdî wetenim
be fîday ekem ser û gyan û bedenim
xakî wetenim giştî zîw û zeře
berdî wek gewhere, awî çeşnî kewsere
ferze bo wetenman can fîda kirdin
le řêy em xakeda be komeł mirdin
desa kurdîne besye em ḧałete
bo tereqqîy qewmî kurd, emřo řojî hîmmete