gułekem nazenînekem

bo gułekem
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  528 views
gułekem nazenînekem
ey gułî baxî nîştiman
were biřwane jînekem
çon le dûrît buwe be jan
birje birjî birînekem
řastigoyîm eda nîşan
***
her minim sîne kun kunim
cerg û dił encin encinim
wa berew řojî mirdinim
were nizîk serînekem
***
gyanekem yarî meste çaw
êste kewtûm û til exom
xemî dûrît ke dêt betaw
zorkeřet dest le xom eşom
wam le cêda û bê henaw
xom ezanim nexoşî tom
***
hoş nemaw bê seruberim
dengî şîn dê le jûr serim
dîtnî toye duxterm
bo necatim le gyaneławMissing
***
şew hetakû berî beyan
diłekem piř le zarîye
dengekem êste bêguman
piř le sozî hejarîye
bo gułî řût ekem fuẍan
dyenît bextyarîye
***
wa behar hat û serzemîn
buwete taray sewz û şîn
hemû diłdarêk pêk geyîn
toş were bimke şadman