ser le beyanî ke le xew hestam

leber awêne
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 3 minutes  554 views
ser le beyanî ke le xew hestam
bo xo řêkxistin kuřêkî westam
îtir leberdem bała awêne
ekewme girme bigre û bom bêne
tawêk gîrode be řîş taşînim
demêk xerîkî mû hełpaçînim
dway ewe eçim ser û řûm eşom
serim dabênim çîm hebê eyxom
leber awêne hênde betînim
satêkim ewê bo cil gořînim
inca ke wêney xom dête berçaw
ełêm bûmete lawêkî tewaw
xom be xom ełêm wa bûm be însan
etwanim biçim bo geştî şaran
bełam paş nextê ke eçme bazař
hendê tûş ebim le ehlî nawşar
herçend be sûret wek min bała nîn
bełam besîret diłsoz û gyanîn
řûxoş û hêmin zubanyan şîrîn
bo fermanî xełk dem be pêkenîn
her satey îşêk egirne esto
ke sûdî hebê bo bêgane û xo
hênde lawçakin bo bê desełat
hewł eden boyan bigene awat
ke ewanem dî diłim dête coş
eçmewe małê herwekû serxoş
leberdem bała awêney nawmał
ekewme deryay bê binî xeyał
tê egem bergî nihênîm mawe
wekû emeyan cwan řêk nexrawe
ca bedił ełêm ey mînay gułgûn
to bo min derxe nařêkîy derûn
bizanim řastim yaxo çewêłim
naşîrîn yaxo şîrînî xêłim
wek serim bonî eřwa bîst hengaw
wiłat peristîş ezanî tewaw
wek dem û çawim birîqedare
pirşingî zanîn lenawya dyare
wek be dem êcgar qisem besoze
amancekeşim pak û pîroze?
wek danim sipî lêwîşim ałe
mijînî xwênî kurd layan tałe
wek mil hełpêçê sûre wek xwênaw
bo řêy serbestîş xoy exate daw
wek gułî yexem cwan û bê gerde
diłîşim waye yaxo piř derde
wek lepêş îşa ciger xwênînim
ke çûme ser’îş başî ebînim
bełam sed efsûs herçend eřwanim
ewaney witim nayda nîşanim
xozge mînayek ebû pak û řûn
nîşanî edam nařêkîy derûn
ta wek xerîkî ser û saçaxim
kemêk xerîk bim legeł demaxim
leber ew řêk xem kirdey naşîrîn
bergêk bipoşim sertapa řengîn
ewsa embînî hênde lawçakim
le kurdistana kuřêkî takim
îtir awênem bo ebû be duwan
ew bo aşkira em le bo nîhan
ew wexte zor cwan ehatme berçaw
egîna hêşta mawme bibme law