wa bere cejnane eřwanim zemîn

cejnî qurban
From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  772 views
wa bere cejnane eřwanim zemîn
bergî sewz û sûrî şadîy kirdeber
kîj û kuř diłxoş û dem piř pêkenîn
herzekar bo şayî bestûye kemer
gyanleber gewre û biçûk herçî ejîn
hestî xoşî kirduwe û kewtuwete feř
cejnî qurbane wiłat seyranîye
her beşî min derd û sergerdanîye
wek melêkî çust û çalakî çya
serdemê asmanî şadî bû becêm
bê xefet efřîm le gerdûn diłnya
ta le piř kospêkî meynet hate řêm
şapeřî bałî şikanim cya cya
êste nazanim le kwê kewtûm û kêm
ey felek to her newek bo min wehay
bo gelî bê desełat xawen sizay
cejnî qurbane bełam kurdî hejar
cejnî her nwêjkirdin û nan xwardine
herçî xwa fermûyetî nayhênne kar
her le cejna dûdłî û şeř kirdine
çon diłim xoş bê ebînim çend hezar
îşî her nakokîy û nawbirdine
ta wiłat cejnî wehabê sał be sał
em diłem cejnan ebête koy zuxał