ey ẍunçeyî nêrgisî beharî

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 4 minutes  937 views
ey ẍunçeyî nêrgisî beharî
aramî diłanî bê qerarî
wek laleřuxan û nazenînan
lem baxçeyeda çi cwan dyarî
bem řenge cwan û bone xoşe
me’lûme gułêkî nazdarî
bew qametî řastî serçemawe
şoxêkî letîfî, hem xumarî
îftadeyî xełk řahî toye
naznawî ’ecem, gułî beharî
gîrodeyî dawî ’eşqî toye
fayqPen name be diłî nexoş û zarî
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto
min bulbul û to gułêkî şazî
bê fîtnew û ’aşiqan newazî
zamî cigerm mexe be nasor
bem mestîyewe be lence bazî
gerdin keçî wek ẍulamî şahî
muşkîn nefesî bo dîdebazî
feřřaşî qedemte badî şeb xêz
lew cêye becê debê nyazî
’aşiq be řuxî etoye meḧmûdPen name
bew neş’eyewe ke wek eyazî
tewsîfit eken cige le fayqPen name
mîsrî û ’îraqî û ḧîcazî
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto
medḧêkî wehat eger leber bê
derḧeq be gułêkî mu’teber bê
ger xwênditewe be lehceyî xoş
ḧeqqe dehenit ke piř şeker bê
bîxwênewe to be leḧnî dawudNamed-Entity
gerdin keçe gerçî şêrî neř bê
bem ḧałewe xoşe lam be qurban
pêt çend qiseyê xirap û şeř bê
wa ’umrî ’ezîz nemawe zorî
badî ecełim nizîke ber bê
fayqPen name ełê nwê bibêtewe ’umir
ew şoxe be ’îşwewe eger bê
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto
asarî gułanî nazenîne
em xende lebîy û pêkenîne
em ’îşwe be nazkîy bedente
yaxu řewşî ẍezalî çîne
neş’ey cilubergî etłesîte
ya lenceyî ḧûrî ser zemîne
azarî leşim zyad neken lêm
zamarîy cerg û sozî sîne
ew şoxe eger bibête ba’îs
çak bûnewey em hemû birîne
fayqPen name be dił û derûn ełê pêt
maşełła le yadî ew nigîne
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto
em şewqe berey cemalî toye
em zewqe xeyałî xałî toye
amîne ke fatîḧey kîtabim
ta ẍemzeyî çawî kałî toye
řaste ke qedî ser û sinewber
wek ’er’erî newnîhalî toye
taqaneyekî le baẍî gułda
bulbul be seḧer bîlalNamed-Entityy toye
westawe berew řuxt hemîşe
talîb be şiney şemałî toye
fayqPen name ke melûl û mate daym
her muntezîrî wîsałî toye
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto
bê şubheye min ke can nîsarim
perwaneyî toye qelbî zarim
tewwafî ḧeremtim er qebûł key
řaẍîb be çementim ey nîgarim
mestane sîfet le wesfî toda
geh kebkim û geh weku hezarim
sed şukirî xuda le lutfî towe
duřiř û gewhere yeẍanî barim
goşey nezerit eger le min bê
îksîre lebo ẍubarî narim
me’yûs nîye fayqPen name ey perê řû
bo merḧemetit umêdewarim
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto
oxey řewşim terîqî ’eşqe
dozîneweyî ḧeqîqî ’eşqe
em fîkire ke leş exate cunbuş
te’sîr û newey deqîqî ’eşqe
muslîm ke biçête naw cehennem
metrûde tewaw terîqî ’eşqe
wek şem’î qener be şew esûtê
çon ’alem ełên ẍerîqî ’eşqe
key bê le qyameta biłên pêm
emřoje emeş ferîqî ’eşqe
wek nalîPerson û salimPerson û wefayîNamed-Entity
fayqPen name kemekê ḧerîqî ’eşqe
ser hełbiře řût bibînim emřo
ba xwênî minit neyête esto