em kurde ke wa êste le her mertebe dûnin

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  494 views
em kurde ke wa êste le her mertebe dûnin
her maylî bê ’îlmîy û dwakewtin û bûnin
îmřo le cîhana nîye însanê bebê îş
xełqî wetenî êmeye bê kar û çetûnin
ta fîkirî bedî meskenî naw mîlletî kurde
baweř bike ta řojî ḧeşir xwar û zebûnin
ey qewmî zelîl ’esrî teqeddum sere řête
em ’aleme her pêş ekewn mestî finûnin
’eybe, ḧesed û buẍiz û nîfaq řojî nemawe
’îlim û ’emele řoḧî beşer, zînetî řûnin
bo xizmetî emřo û sibey seyrî ẍerb ken
yek leḧze nebûn ẍafił û erbabî şi’ûnin
toş norete ey mîlletî mezłûme huner key
xawen dił û gyan û huner û germîyî xûnin