kurdîne werin ba le xeyałî hunera bîn

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 2 minutes  549 views
kurdîne! werin ba le xeyałî hunera bîn
bo ’îlim û edeb gurc û le řêgey sefera bîn
bo em weteneş her le fîday řoḧ û sera bîn
meşẍûłî ’emel, talîbî exlaq û bira bîn
çend xoşe le xakî wetena nûr û çira bîn
em řoje weten nałeyî bo êmeye yaran!
hawarî wehaye ke bikeyn sebqetî caran
kemtir nîye ewladî le kes, şarî le şaran
emma sed esef nayete gwê giryew û zaran
takey le tewelay wetenî wek kuçera bîn
me’lûme zeman pyawî ker û eḧmeqî nawê
em ’esre nefam û hezel û ser řeqî nawê
hemsaye û erbabî ’îlim naḧeqî nawê
eqwamî zekî řojî xirap û şeqî nawê
nobey hunere ba le ẍemî řê guzera bîn
em ’esre zemanêke teqeddum ẍemî ’ame
her welweleyî ’îlme ke ummêdî temame
cahîl nîyetî melce’u, pabend û ẍulame
ew qewme kerîme betemay îş û kerame
em dewre leber çî le şerî bê semera bîn
ummêdî diłim her weten û lawî wiłate
ew lawe ke ẍaye û emełî berzîy ḧeyate
ey kurde were nobeyî terfî’ û necate
’alem hencû niceşẍûł û le îşa? şuncate
êmeş le cehil da şew û řoj mest û xerabîn