mutrîba bêne pêşê ’ûd û tar

From the Book:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
By:
Fayq Zewar (1908-1952)
 1 minutes  755 views
mutrîba bêne pêşê ’ûd û tar
xałîye meclîsim le gişt eẍyar
desî pê ke be ḧencerey dawud
ta le diłda nemênê hîç azar
ba hemû kes bizanê bê xefetîn
çawî duşmin bibêtewe şewî tar
komełêkîn berî le gişt hem û ẍem
mestî badey desî şerîfî yar
gerçî zistane befir ebarê, wa
wextî bezme beçeşnî fesłî behar
ẍemî hîçim nîye le dunyada
ẍeyrî yadî řox û lebî diłdar
mutrîba xoş biłê be neẍmetewe
lîs fî aldar ẍîre dyarArabic