lomomba

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 3 minutes  538 views
gułe mînay zerdexeney nask werî bû
bałî wişey xoş û betam siř bû tezî bû
lêw wişkî xem, çaw betîrî sam pêkira bû
dił beçnigî zebrî siza û nasor guşra bû
minał singî ewende dî şeqar şeqar bû
memkî daykî leber çaw kewt le şîr bêzar bû
pişkoy geşî gundî sûtaw kułmî minał bû
nêłenêłî agir têkeł be giřugał bû
pencey zordar le kuştinî minał û dayka
karame bû nîşanekey yekser epêka
katê gulley řołey konẍoş ke gîzey ehat
cûłe nebû, berey dujmin xaw û kiş û mat
peřey wirdî nêrgizî lêw sîs bû jaka bû
lêwî wişey teř û nask pêka lika bû
guł egrya û dwa diłopî şewnimî eřişt
bo ew kułmey xołemêş bû leser řûy enîşt
be jîlemo û be dûkełî korpeley sûtaw
epoşra berî çawî kejałî hetaw
řenicberekan lenaw gerûy siza û mirdina
bedîlêtî ya le kořî xwênaw řiştina
řenicberekan be birsêtî û řûtî û nebûnî
şewnxunî û sizakêşan kizî û zebûnî
řenicberekan lew kateda ekiran be nîşan
bangyan ekird: bijî şořş, bijî têkoşan
***
wişey germî lomomba bû le gerûy merga
ebû be xor leser lêwî lawî becerga
tavgey xwênaw le hajeya ya çemî řeng giř
eyut bîrî lomombaye hêzî agirbiř
le agir û le asin û le zibrî dujmin
behêztire, hêzî leşe bo hełmet birdin
pyawêkî şeng, temenî piř dinya dîyeyî
ziman şîrîn, gifit û go xoş, nerim û şêneyî
řengî pêstî zerdibawêkî kemê meylew řeş
dem û lêwî wek konẍoyîy xirpin, çawî geş
wat’ezanî cûtyarêke qał bûy řencî şan
serbazêkî her wa sadey řêgey têkoşan
çunke lay ew, ew zanaye le xobayîy bûn
xûy nizmîy bû, bîrî tarîk, nek baweřî řûn
ew ke gyanî leber gelî la xořayîy bê
îtir beçî ya leber çî le xoy bayîy bê
lomombay berz le paş ewey agirî xoş kird
korpey hîway be barût û be xwênaw goş kird
lepaş ewey xewî dîlî le mîllet ziřan
peřey bîrî na’umêdîy řaburdûy diřan
lepaş ewey qaremanî řeşî gyan poła
berew kořî têkoşanî řizgarîy cûła
xyanetî parezade, çirpey geyane
dagîrkerî dujminî gel, hêzî bêgane
pencey tawan dirêj kira bo zincêkî dûr
wityan emşew dête ewê tîşkî biřway sûr
gîra mangî kelî xebat, lomombay mezin
be witey řeş hemû leşî kira derzî’ajin
herdû destî řencî sûrî pence be pence
be bizmarî gewre, kamî kuł û girince
beser piştî texteyeka bizmarřêj kiran
pêyan ewt bangê bide bo cengaweran
dest hełgirin, çek serew xwar ser danewênin
her bew core to emênî û ewan emênin
lomombay berz heta kuştyan witî pencey min
hîç nanûsê leber xwastî giławî dujmin
min ekujin bełam gelî konẍoNamed-Entityy têkoşer
dest enête bînî êwey řiswa û dagîrker