sirûdê

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  570 views
estêreyek bûm perdey şewezeng
be wirşe wirşî geşim epwa
towî gułałey pêdeştî bêdeng
le xoşîy şewqî řûy min eřwa
***
êware wexte le demî keła
katê řûnakîm eřişte kanî
legeł fiřîn û cirîwey mela
cirîwem ehat be şadmanî
***
kişam wek tîrî zîwîn zor betaw
serew xwar hatim berew awî zîw
wekû melêkî giř têberdiraw
kewtime dway dewenî naw şîw
***
çeştim nasor û sizayek betîn
cestem be xem û meynet dařza
ta pişkoy derûn, pişkoy nebezîn
giřî le dar û le dewen berda
***
dway em sizaye înca bûm be mang
tirîfem dinyay řoşin kirdewe
demew êware nizîk katî bang
witra kołnedan cêy xoy girtewe
***
em beste xoşey hestim boy weten
goranîy germî kuře şwanê bû
ew şwaneş dwayî hat witî be min
eme sirûdî qaremanê bû
***
jîn agirê bê û kiłpe bisênê
le befrî dîlî êcgar xoştire
dengê bo şadîy gel binirkênê
le dengî zelîl zor becoştire