xermaney sing

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  929 views
pencey nermî bird bo dugme
tirazanî bendî suxme
bergî ałî pûlekeçin
lerzî wek peřey diłî min
destî bird be dû sê tekan
derîhêna mangî jyan
goy memk řûy kirde řûmet
řiştî ’etir û tezûy lezzet
telarî xamoş û bêdeng
têy řija hezar û yek řeng
awêney řeng meylew gizing
řûn bowe be xermaney sing
katê xoy guşî memkî řût
tezû le demarya bizût
le singî germ û naska
qetrey aramî xoy tika
sist bû bejnî nermî xoşî
ta zû be qijî daypoşî
jîn herçî tya heye cwanî
naga be singî nyanî