tikey agir

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  635 views
şewyan tikane naw pêłûm
tikey agiryan sû le řûm
mangî derûnyan şikanim
estêrey diłyan pirwanim
lûtkey çya damawekan
gunde řeşe sûtawekan
esrînî kiłpe eřêjin
cirîwey nask enêjin
be no xencer diłyan simîm
le agir û xwênaw ejîm
no saway hîwayan kuştûm
aramî no sałyan řiştûm
wa şî’irim dagîrsanewe
asnî samim twanewe
dwa qełay wenewzim řûxan
xwênî oqre û matîm řijan
hatûmewe berew mełben
berew şarî derûn bogen
binû ey şarî xamoşan
şarî nefam û řeşpoşan
dûr le erxewan sûrî sam
binoşe şerabî aram
ba gułanî yad hełwerin
diruşmî zebir dagirin
termî xemxiwarîy binêjin
xwênî řaburdû biřêjin
binûn, nûstinêkî betam
nûstinî gêlokey nefam
ewaney mirdin bo weten
le xewîşa nawyan neben
diřden ey kêwanî jyan
ebê şax bênme giryan
ebê hezaran pêşêl kem
ta egemewe diłekem
ew diłey wek diłan nîye
sexte nerim û nyan nîye
bêbezeyî be û jan be dest
wek xom cerbeze û bêderbest
wek êwe nalebar nîye
koyley koşk û telar nîye
diłe geşekey carane
«diłî pakî têkoşane»