tałî giř

From the Book:
Zebrî Honrawe
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  564 views
pişkom kird be ełqe û bazin
gerdaney agir bo gerdin
le tałî giř çinîm leçk
bo qij û řûmetî nask
kirasî nermî agir çin
awdaman ała le bejin
nêłenêłî agirî xoş
bû be neẍmeyekî becoş
dûkel leser sing û memk
bû be desmałêkî tenk
witim: bo dîdenît tînûm
ey perîy were naw pêlûm
daymê çepkê agirî řût
pişkoy lêwî hîç nebzût
dwa goranîy aramim kuşt
xwênî dwa bestey germim řişt
qîjanim: namewê agir
mebarê ey kilûy befir
bejnî şengekem befrîne
bergî cwanî agirîne