pencey jyan

From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  738 views
le jûrêkî řengawřenga
le boşîyekî bêdenga
şermî pîrêtîy koçî kird
bo singî sipîy destî bird
pirçî řijaye ser memk
ser singêkî germ û nask
bałî le kemerî ałan
maçî teř pencey elerzan
wekû şeytanî şeyday řû
demî le řûmetî esû
be gerdinya ehat ta ser
be maç.. hî řûmet, demî teř
eyniwařîye řesmêkî cwan
wirdekarîy pencey jyan
nwênî bo kird be çwarçêwe
şewgarî legeł biřîwe
gułî awatî hełweran
be çî?! be parey nextê nan!
kiçî minałî cwan... qij zerd
kiçî neşmîlaney.. bêgerd!
le telarî awêneben
ta nextê kirdî be şîwen
řoşt..! be zelîlî bê sirewt
pîreş! řûy kirde naw mizgewt!
wekû caran nwêjî dabest
kiç û kuřêk be guzera
hatin, cilî cwan lebera!.
dû firîştey diłdarî bûn
nextê bo geştî bax eçûn
witî: «ay ḧeya hełgîra?!»