yekem erxewan

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 3 minutes  932 views
wekû kêwêkî agirîn
aramî gel hate lerzîn
hezaran çaw eşkî têza
dił be piştî xema çiza
estêrekan wird ewerîn
bo naw qetrey eşkî xwênîn
sozî deng giřî enaye
diłêk newtî tołey tyaye
şepolî meçekî asin
eynûsî na, nabê bimirin
ebê bijîn
#
bijîn wek kêwî agirîn
minał le baweşî sama
legeł hestî bê arama
le baxî jyanî zerda
lenaw temumj û gerda
egrya wekû firîşte
eyut bo çî em beheşte
bem core awa giř egrê
babe pêm biłê kê emrê
le diła hîway serkewtin
eynûsî «na, nabê bimirin»
ebê bijîn
#
bijîn wek kêwî agirîn
şimşêrî hewałî xemgîn
day le silêmanîy şîrîn
şeqamekan baweşyan kird
bewaneda řołen bo kurd
lew řojewe girdî seywan
dîwêtî yekem erxewan
bem core necoşawe şar
neydyewe katî wa ẍembar
katê şew bar û koçî xist
gyanî çwar law kewte ser mist
çwar qenarey řeş řêk xira
çwar pet ełqey girê dira
şepolî meçekî asin
eynûsî na, nabê bimirin
ebê bijîn
#
bijîn wek kêwî agirîn
hemû dengê biřayewe
le deryay jîna twayewe
sirwey nyanî bay şemał
dengî piř le sozî minał
neẍmey tirîqey germ û xoş
hajey pêkenînî becoş
kam deng piřêtî le tezû
dengî oxey piř arezû
bûn be sirûdî pelamar
bo ser qełay řeşî zordar
dengî hezaran û hî min
eynirkan na, nabê bimirin
ebê bijîn
#
bijîn wek kêwî agirîn
hemû řengê kujayewe
leber çawim biřayewe
řengî pîrozeyîy samał
hî gułezerdî nextê kał
paçîmenî teř û paraw
qełbezî wekû zîwî xaw
řengî qetrey geşî şewnim
gurzey cwanî gułegenim
bûn be řengî sûr betenya
yekser sûrhełgeřa dinya
řengî ałî tołesendin
eynûsî na, nabê bimirin
ebê bijîn
#
bijîn wek kêwî agirîn
katê řengiřêjekey siruşt
xołemêşî asmanî řişt
diłî naw postałî dujmin
çwar lawî bird berew mirdin
çwar leşyan daynewe bê gyan
bûn be meşxełî têkoşan
dengêk geyşte nîştiman
dengî dwawtey kołnedan
bangî kird wa ême emrîn
ta êwe be şadî bijîn
dwa wite «bijî kurdistan»
bijî kurd, bijî kurdistan
***
be xwênî nozdey ḧuzeyran
nûsîm çwar lawî qareman
qudsî û xoşnaw kake ’izzet
xîralilhArabic mirdin bo mîllet