name

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  1065 views
katê ke nameket geyşit
pepûle gułałey ekuşt
deştî diłim besam û mat
hîç cirîwey lê ne’ehat
bełam ke zanîm toş wek min
bêbakî le sizay dujmin
ẍunçey şadmanîm pişkût
geş bû wekû lêw û řût
zîndanekem řûnak bowe
azarî sizam le bîr çowe
ey firîştey diłî germim
were lam ew katey emirim
biłê aza bû yarekem
eyut ebê mil keç nekem
gyanim ke bû be pepûle
dême naw ew qije lûle
legeł lerzey bała wird wird
honrawe eçnim bo kurd
be sîmî honrawey gyanî
#
enexşênim bem wişane jînî diłsoz têkoşane