lepênawî çawekanya

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  880 views
dway tezûy serma qaçî gest
dujmin her dû meçekî best
awřî dayewe çya
şepol eda wekû derya
kułim û çawî geş ebarî
bo naw xakî kurdewarî
cêy hêştibû çya û nizar
geřabowe bo lay nazdar
bo silêmanîLocationy agirîn
bo lay kiçołey nazenîn
bełam çawî cwan û gerdin
bûbûn be xorakî mirdin
pencey negeyşit be gułî
řûy geşî nazdarî diłî
ełqey petî bo girê den
direnge xêra hełî xen
lepênawî çawekanya
ew beszimane ejîya
lepênawî ewana mird
laşekey bû be xołî wird