feramoşî

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  759 views
ełêm ba pirşingî çawî
qijî wekû xoretawî
birîskey demî biçukî
bejnî cwan û êskî sûkî
kułmî wekû gułesûrî
lamlî wekû bilûrî
lêwî piř le tezûy xoşî
bideme dest feramoşî
ke çî dił ełê min najîm
bebê xoşewîstîy perîm