dîmenêk

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  865 views
dê:
kej û daristanî kipî
poşîbûyan bergî sipî
qubbey pîrozeyîy samał
be pirşingî giznigî ał
dawênî kejî enexşan
wek egrîce ebû pexşan
dêyek le baweşî keja
bizey germî lê eřja
dujmin:
katê ke xor řimê serkewt
lenakaw komełê derkewt
komełêk dujminî çekdar
kişan berew gundî nazdar
em «mîwanane» wekû tem
dayangirt diłî dê sercem
sam wekû řehêłey çiqił
barî bo ser deştayîy dił
dujminî řiswa û bêderfet
dayanmałî hegbey xefet
dway pişûdan û nan xwardin
lepaş nan û nimek kirdin
pencey mirdinyan dirêj kird
bo lawêkî hejarî kurd
diłî awayî datekî
pelamarî daye çekî
bû be qirim û hûřî gulle
le dujmin kujra wek kulle
dway şeřêkî germ û besam
dujminanî oqre û aram
dû sê minałyan girt xirpin
ke cê mabûn le řakirdin
kirdyanin dyarîy mirdin
wityan: «wa ebê serkewtin»