pyano

From the Book:
Awat û Řenc
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  911 views
le tîşkî kułim û gerdinî
birîskey xunçey ałî dem
honrawey cwanim bo çinî
bom pêça be tałî perçem
***
leser pyanoy xendey bekuł
be pencey agirînî kam
bo korpeley aramî dił
awazim lê eda betam
***
estêrem eda le qijî
mangim ekird be tas kiław
tirîfey singîm emjî
be lêwî hestî piř guław
***
be şiney nyanî şemał
katê pirçîm ekird şane
hestim bo şewqî kułmî ał
yekser ebû be perwane
***
şermî eřişte ser řûmet
çawî benazî lêk ena
tezûy diłdarîy belezzet
be naw diłma heł’ezna
***
bełam jînim wek şewê bê
lenakawa biřayewe
ew xoşîyem wek xewê bê
le eşkî çawa twayewe
***
cirîwey melê bû nema
ya şeqey bałî huzarê
tîşkê bû win bû le tema
«şoxê naskê nazdarê»