agir û hengiwîn

From the Book:
Guɫ Estêre
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  549 views
nwênit egrî bo tenyayî
singit agire, hengiwîne
jînî ałoz bexořayî
kuştî ew singe şîrîne
***
em kułme cwane em bejne
betenya peykerî ’acin
eger bijîn her bem çeşne
ew nexşe wirdane emirin
***
desyan le milî şengaye
keçî tane le to eden
diłyan wa le ahengaye
awaş le gyanî to eken
***
ezanim demarî leşt
wek demarî piř barûtin
xo kiçî cwan çawî geşt
pişkoy agirêkî řûtin
***
bełam bîrî baxewanit
kone wek çîrokî caran
şû bo diłî piř le janit
lay ew milkeçîye ey cwan
***
dek kwêrayî bîrê daye
ke toy awa bestotewe
xoşîy kam şit nařewaye
derwazey bo kirdotewe