telefon

From the Book:
Guɫ Estêre
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  733 views
ew řoje mat bûm diłim teng
danîştibûm melûl bêdeng
gerdinim larî xeyałî
xunçey demî, kułmî ałî
perdey bîstin zor ’ezretî
bo cirîwey belezzetî
sê řoj ebû dengî nermî
wirde řazî xoş û germî
neydabû le perdey hestim
le řûma dyar bû zor pestim
lenakaw telefon zengî
şêwanî gomî bêdengî
pepûley wişey wird becoş
hî qisey germuguřî xoş
le dûrewe be pol fiřîn
bo hêlaney diłî ẍemgîn
wişey zor şîrîn û betam
têkeław be neẍmey hîwam
řijaye ser lêwî wişkim
naw diłopî germî eşkim
dengî pîroz û şîrînî
neẍmey xoşî pêkenînî
le diłma bûn be goranî
be awazey kameranî
«her dengê dê min wezanim»
«telefon eken bo gyanim»